Tirkî  |  Erebî

 Gulan Avrêl

meha Heziran 2
Ez ji were qala kîjan rûyê, kîjan dil û kijan xweşikbûyînê bikim. Li ser van şîveriyan, dibin her darek de, û di nava şev û  rojên ku tê jiyan kirin de gelek bîranîn xwe di hewîne. Ji ber gava mirov qala xweşikbûnek dike ew dem di nava wê xweşikbûnan de ew xweşikbûnên ku em nizanin û hatine veşartin xwe dide der.Ew xweşîkbûnên ku dixwazin li ser zimanan, di nava çav û
dilan de cih bigrin. Mane pênûsa gerîla zimanê gerîla yê nayê zanîne. Erê zimanê nepeniya gerîlaye… Her tişt di nava jiyanê de veşartiye. Hevaltî, serpêhatî, kêfxweşî, êş, coş, dem, şer, têkoşîn, azadî, wekhevî, rastî û hwd. Wê kîjan pênûs, kîjan peyv bikaribe hevaltî û hevalbendiya bêhempa di nava van quntarên çiyade tê jiyan kirin vêbêje.    
Rojek ji rojên biharê bû. Behna baranê xwe li her derê serwer kiribû. Weke ku xweşikbûna xweza li hember gerîlayên xweşik ketibûn di nava pêşbirkê de. Gelek xweşe ku xweza û gerîla bi hevre mezin dibin. Gelo em çiqasî di ferqa vedêne. Di her hênaseyekde mirov digot; “kî çi dibêje bila bibêje ev behna bihûştiye.” Erê rast bû behna bihûştêye. Roj li ber çiyayan de hêdî hêdî ronahiya xwe hildida. Rojek ewqasî xweş û zelal bû. mirov digot qey asîman neynike ewqasî zelal û şîn bû. Weke ku dayîka xweza devê turikê xwe vekiribû û ji mere behnên herê xweş, hewaya ku ruh û dilê mirovan mest dikir û tevahî xweşikbûnên xwe yek bi yek di hilbijart û ji mere rê dikir û li ser me de dibarand. Ew dem em fikirîn û me got; “gelo me çi kiribû ku dayîka xweza me pîroz dikir?” Ji demsalan bihar bû. Ew xweşikbûna biharê di dilê me de jî konên xwe vedabûn. Di nava xwezayê de hertiş ji bo giyanek nû  bigre di nava lez bûyînek de bû. Em ne di ferqa wê de bûn lê ew lezbûyîn li ser fikir û hestên me jî bandor dabû çêkirin. Xweza ewqasî xweşik xwiya dikir ku mirov digot qey yek kes bi destê xwe li gor xwe wêneyek xîz kiriye. Dayîka xweza ewqasî xweşik bû me ne dikarî em çavên xwe jê bigrin. Di nava rengên wê de ewqasî aheng hebû ku mirov digot; “çawa bû di aheng de şaşitî nekiriye.”
Erê em yekineyek hevalên jin bûn. Ahenga ku dayîka xweza di nava xwe de dihewand di nava me de jî hebû. Coş û heycana ku biharê jiyan dikir yekineya me jî jiyan dikir. deng û rengê hevalan tevlê xwezayê dibû. Em bi xwezayê re coş dibûn, xweza jî bime re coş dibû. Lê herê tişta ku bala min dîkşand û ji bo min jî giring bû me tevahî hişmendî û gotinên pergala baviksalarî û modernîteya kapîtalîs yê weke ku dibêje; “di nava melekê de du  jin nikare bi hevre jiyan bike.” Ev ji bo min gelek giring bû. Me bi hevre jiyan dikir ne du hevalên jin bîst û sîh hevalên jin bi hevre. Her tiştê me bi hevre bû. Her hevalek hevalekê di difikire, gava heval ne amade bin jî heval ji bo hatina wan amadekartî dikirin. Erê em jin bûn û me bi hevre jiyan dikir. Tevahî têkoşîna me ew bû ku em li hember paşverûtiyê hev şer bikin û hev rizgar bikin. Di bibîkên çavên hevalan de hêvî di bariya, mane ji xwe hêvî jiyanê pîroz û mezin dike. Erê hêvî hevalê gerîla yê herê bingehîne.
 Her heval ji bo jiyanek û welatek azad ketibûn li ser riya rastiyê. Di nava dil û mejiyê me de gelek pirsnîşan, tirs, meraq, heycan, kêfxweşî xwe rêz kiribûn. Tirsa me jî ji nezantiy me dihat. Ma ne ji xwe gava mirov tiştekê nasneke û nizane her tim tirsek li hember wê jiyan dike. Yê me jî wisan bû. Ji xwe tevahî hevalên yekineya me ji derveyê fermandarên me tevahî heval nû beşdarê rêxistinê bûbûn. Di nava me de heskirinek gelek kûr hatibû ava kirin. Gelek heval jî cara yekem bû ku ewqasî hevalan re hevaltî dikir. Heval Amara digot; “heval ez gelek kêfxweşim ku xwedî ewqasî hevalên bi nirxim.” Rast bû em bûne xwediyê gelek hevalên binirx û hêja. Di nava her bîranînekê mirovan de gelek hêvî xwe di veşêrin. Bîranînên ku em jiyan dikin jî xwe bi hêviyan di xemlînin. Min di wê yekineyê de gelek nirxên ku ne dîtibû û ne dizanî fêrbûm. Ji xwe hevaltî ew bû ku xwe di nava hemêza hevde azad bikin. Ev jinên ciwan jî azadî û pêşeroja xwe di nava hemêza çiya de dîtin.
 Di yekineya me de her hevalek xwedî hûnerek bû. Lê yê herê zêde bala min dikşand jî rêheval Amara bû. Rêheval Amara bi xwe ji Efrînê bû, gerîlayek jîr û zana bû. Gelek bedew bû. Bi taybetî jî rêheval Amara gava çeka xwe ango BKC danî ser milê xwe û di meşiya mirov dixwast li bejn û bala wê meyze bike. Di heman demê de dengê wê jî gelek xweşbû. Gava di meşiya bidest strandinê dikir mirov ne dizanî ew rê çawa xilas bûye. Ji ber rêheval Amara evîndara jiyanê û hevaltiyê bû. Rêheval Amara digot; “hûn dizanin heval berê dengê min ewqasî xweş nîn bû. Ez ferq dikim ku dengê min her diçe xweşik dibe.”
 Raste mirov di nava vê jiyanê de gelek xweşik dibe. Ji ber ruh, fikir, dil û hestên gerîla xweşik û pakin. Ji bo wê gerîla mirovên herê xweşik û pakin. Çiqasî bi rûmet bûn ew dem demên ku me hev mezin dikir û em bi hevre mezindibûn. Dema mirov xwe ji mirovên ji rêzê derdixe ew dem jî çav û dilên mirov ji nû ve cîhanê re ve di bin û di bîne ku mirov çiqasî tişt winda kirine. Belê ew pergala ku xwe ji qirêjî yê ava dike, di hişmendiyê mirovande jî ewqasî qirê jî belav dike. Weke çawa ku dema kurm dikeve nava darekê de wê darê hêdî hêdî tune dike, puç û hişk dike moderniteya kapîtalîzm jî wisa mirovahiyê dike. Hemû hewildanên wê ewe ku mirovahî bi taybet jî jin nekeve ferqa xwe de. Lê di nava jiyana pîroz de rastiya ku li ser me hatiye ferz kirin weke neynîk tê pêşberê me.
     Di nava gerîla de gelek çîrok, serpêhatî û bîranîn hene. Ewqasî mirov tijî jiyan dike ku mirov dikare pirtûkan bi nivsîne. Ji xwe jiyana her gerîlayek romaneke. Bi her tiştekê re bîranînekê me çêdibe. Yekineya me jî gelek mijaran meraq dikirin. Bi taybetî jî gava dibû êvar û em li ber agir di rûdiniştin ew dem sohbetên weke agir germ û balkêş xwe rêz dikirin. Di wan kêliyan de dem çawa derbas dibe, çend heval bîranînên xwe, serpêhatiyên xwe û çîrokên xwe vegotin kirine mirov pê nahese. Di nava wan bîranînan de yê herê xweşiya min di çû jî yê hirçan bû. Heval gelek qal kiribûn lê min heya wê demê bi çavên xwe ne dîti bû. Heya ewe rojê. Ew roj jî civîna hevalên rêveberiyê hebû. Tevahî heval di civînê de bûn. Weke her tim me agir pêxist û em derdorê agir de kom bûn û me bi dest nîqaş kirinê kir. Di kêliya ku nîqaş germ bûbû de me dît ji nişkave tiştekê mezin berbi me ve tê. Bêguman nobedarên me hebûn, lê ew cihekê wisa re hatibû ku mirov qet hêvî ne dikir. Tevahî heval rabûn ser xwe me çeka xwe xist destê xwe de û me got ew kiye deng dernaxe. Cardin me got parola bêje cardin deng nake û berbi me ve tê. Heval Amara jî mekanîzmeya xwe kîşand û xwe nêzî hirçêkir. Gava me hemûyan dît hirçe û hirç jî me dît ew dem yek ser destê xwe rakir heyawê. Em tevahî heval di nava matmayînê de mabûn, bêguman hirç bi xwe jî şaş ma bû ji ber ketibû di nava hêjmarek zêde yê gerîlayê jin de. Di wê kêliyê de me dît du çêlikên wê jî hatin kêleka dayîka xwe sekinîn. Gava dayîka wan, wan dît tebek serê çêlikê xwe da û destê xwe nîşanê wê kir. Çêlikên wê jî destê dayîka dîtin ew jî destê xwe rakirin hewayê. Ew dem ji kêfxweşa coşek wisa li yekineyê ket ku hevalên rêveberiyê ji civînê derketin û berbi me ve hatin. Lê ji ber ku me gelek deng derxist û em şa bûbûn ji bo wê jî hirç di nava wê qelebalixê de bi çi re rû bi rû hati bû nedizanî. Çawa ku keys dît destê çêlikên xwe girt û reviya. Heval Amara jî li bey hirçê de di reviya gava me dît heval Amara di reve em jî ketin li bey heval Amara de. Di wê kêliyê de hevalên rêveberiyê qazî me kir û gotin; “ bisekinin hûn çi dikin? Bêguman tevahî heval di cihê xwe de sekinî. Gava hevalê rêveberiyê hatin gel me û ji me pirskirin hûn pey kî ketibûn ew dem me got; “em li pey heval Amara ketine. Heval jî gotin; “çima me çi çêbûye? Heval Cîhan jî got; “heval Amara li pey hirçê ketiye em jî li pey heval Amara ketin.” Ew dem heval Rozerîn ji heval Amara re got; “heval Amara tu çima li pey hirçê ketî? Heval Amara jî got; “min bazdana wan meraq dikir, gelo çawa bazdidin? Gava heval Amara wisa got heval Rozerîn jî got; “te bazdana hirçê meraq kiriye, gelo heval jî bazdana te meraq kirine? Bi gotina heval Rozerîn re tevahî hevalan bi dest ken kirin û em berbi agirê xwe ve meşiyan.
 Heval Rozerîn ji me re got; “heval ka birûnin ezê pirsek ji we biki li ser lêhûrbûyîn bidin çêkirin em sibe filan seatê de nîqaş bikin.” Pirsa ku heval Rozerîn ji me kiribû ev bû; “hûn dizanin hirçek bû lê hate kete dinava we bifikrin ku ew neyar bû hate we hemûyan îmha kir û çû.” Ev gotinên heval Rozerîn di mejî û dilê min de weke xençerek xwe cih kir. Ji ber ku em gerîlane û tevahî cihan jî neyarê me ye. Hişyar tevgerandin û jiyan kirin ji bo me mijara bingehîn bû. Cardin ketina ferqa xwe de û mirov bizane ku em kîne ji bo gerîla mijarekê jiyaniye.      

 

Kategori: Biranînên Gerîla